çawî wek badamî to ’umrî be ba dam ey piser

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  978 Dîtin
çawî wek badamî to ’umrî be ba dam ey piser
agirt berdaye xermanî wicûdim wek şerer
zułmetî abî ḧeyate gîsuwanî ’enberîn
ya wekû hale lenaw xoy girtuwe şu’ley qemer
dembedem her leḧze, her satê enałênim becoş
ey xwa sa key ḧebîbim ser le mał bênête der?
sebir û hoşim çû be tałan eqił û famîşim nema
leşkirî derd û fîraqit ḧemleyan hêname ser
bes bibarêne suruşk ey dîde řenicit bû ’ebes
bes binałêne eto ey dił le yar naka eser
îltîfatêkî nemawe gahgahê diłberim
bo nekem xakî hemû dinya beser, xakim beser
întîxabî kirduwe zêwerNasnava edebî le dinyada yekê
destî lê hełnagrê ger bête řêy sed şor û şer