kesê teşbîhî bałay to be serwî newnemamî kird

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  941 Dîtin
kesê teşbîhî bałay to be serwî newnemamî kird
zimanî lazme bibiřn biłên terkî kelamî kird
le berdem ke’beya ger men’e, seyyadîy leber çî bû
leber mîḧrabî ebrota dû çawit qetłu’amî kird
be medḧî řûy û mûy û qametî řêkit ziman lałe
eger çî dił bepenhanî xeyałêkî temamî kird
etoy řojê ke pêt dana le xaney sînema dił řoy
’ecayb qedrî mîhmanî negirt û zû qyamî kird
mełên: murẍî diłit bo çî giriftarî nîgarit bû
be ẍemmazîy hezarêkî weha meḧbûsî damî kird
nîgahêkî nekirde qelbî zarim diłberim emřo
wekû ahû, wekû tawus beber çawma xeramî kird
seba! ger to be koy canane wasił bûy biłê: zêwerNasnava edebî
le ḧesret îştyaqî to becarê terkî kamî kird