çi şîrîn cîlweyêkî girtuwe sewzey kewa şîrdax

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  1085 Dîtin
çi şîrîn cîlweyêkî girtuwe sewzey kewa şîrdax
ke wa şêr dax eka şu’ley nîgahêkî ke bê gustax
hucûmî kirde mułkî dił supay mujganî geřyawe
be mîslî ’eskerî ’usmanîy û tesxîrekey sabłax
supahî ḧuzin û ẍem cem’in lelam, ahim felekgîre
bełê bo zînetî leşkir ebê amade bê beydax
hemû dił ’eksî toy bo xoy bewechî yadgarî girt
le nusxey mu’teber bê ẍayete cobayî îstînsax
be yadî şehdî lêwî diłberî zenbûr qed, da’îm
serapa cerg û dił wa letlete têydaye sed sorax
ke negrîm û nenałênim le dûrîy to ebê çibkem?
nisîbî ’aşiqî bêçare şew giryane řojîş ax
eger ehlî kemałî řû le arayş meke hergîz
le me’na têfkire, menwaře řuxsar û ser û saçax
çi zahîrbînin ehlî em zemane ferqî kes naken
munewwer diłperêşane be şaney poşte û perdax
le kes natirsê boye ḧałî zêwerNasnava edebî êste napirsê
çi muḧtace be murẍî xanebaz û weḧşîy serşax