esasî ’eyşî êmey xiste seḧra tîrebaranit
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
1036 Dîtin
esasî ’eyşî êmey xiste seḧra tîrebaranit
şiksitî da be tabûrî xeyałim tîpî mujganit
eto wek yosfîy û min le çahî mîḧneta bendim
ema min dîm le xewda kewkebî řuxsarî řexşanit
be şimşêrî biro emřo supehsalarî xûbanî
meger însan le řoḧî xoy bibûrê bête meydanit
xwa şewqêkî way bexşî be dił qet têr le tîr nabê
le muẍnatîs gelê cazîbtire bo cezbî peykanit
egerçî na’umêdî baẍî wesłî tom ema nałêm
be taracî xezanî ahî min çê baẍ û bustanit
şerabî ’ehdî cem bo key, dexîlim heste sa, saqî
bînay feqir û ẍemim labe! be cîlwey cewr û cewlanit
diłî zêwerNasnava edebî be ẍemzey çaweket meşkêne cêy xote
tereḧḧum ke le řêgay lutif û ’ehd û şertî caranit