şikandî şîşeyî ’eyş û nîşatim çawî seḧḧarit

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  1043 Dîtin
şikandî şîşeyî ’eyş û nîşatim çawî seḧḧarit
fiřandî ta’et û teqwa û ’îbadet, zułfî zunnarit
be qed serwe, be dem ẍunçe, be çaw nêrgis, be řû wek guł
serapa baẍî ḧusnî canfezaye baẍ û gułzarit
le ewqatî teẍaful qîmetî çîne nîgahêkit
xetaye, nirxî dinyaye nîgahî çawî bîmarit
be bała serwe, řeftarî wekû kebkî derî waye
fîday bałayî berizit bim fîday ’înwan û řeftarit
be řoḧ hatûne sewda, bo temaşay muşterî nakey
le sayey şekkerî lêwit ’ecayb germe bazařit
be bałay berz û suxmey sewz û terzî diłberî taqî
kewa taqey ’îraqî, zore wek yosif xiřîdarit
teşekkur lazme zêwerNasnava edebî le asarî wefa û mîhrî
’eceb te’sîrî kirde ew diłe efẍan û hawarit