binazim

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  1074 Dîtin
binazim perçemit zilley le kelley ’ûd û ’enber da
sefay řuxsareket te’ney le awêney sikender da
şeř efroşê be ’alem bê sebeb ew çawe mestane
heçî hate temaşay çawî to sîney le xencer da
bełê ’umrî xizirNava taybet qîsmetme gerçî ’umir kota bê
kesê neqdî ḧeyatî xoy be yarî şox û esmer da
le te’rîfî qedî mewzûnî, şa’îr kewte wiryayî
hemû dêrêkî efkarî xeyałatî le mîsterNava taybet da
ke zahîd hate seyrî qewsî ebroy to be naçarî
fiřêy da sebḧe û seccade sed leqqey le mînber da
demî to xunçeyî neşkufteye, ya nuqteyî mewhûm
be xende duř beser le’la û le’lîşî le şekkerda
beramber ḧelqeyî perçem xedengî çawî mexmûrit
bi’eyne wek cîhanbexşeNava taybet legeł tîrî le ejderNava taybet da
be merhem zeḧmete zexmî diłî bêçare nagîrê
be teḧrîkî biro ew şoxe derdêkî be zêwerNasnava edebî da