ey estêrey pirşingidar

sikałay dił bo estêreyekî hawřêm
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  652 Dîtin
ey estêrey pirşingidar
řê nîşanderî řêbwar
’alem nûstû to bêdar
asman ebřî be şewgar
***
dway zerdepeř ta gizing
çi cwanî çeşnî awring
řişêney şewq û pirşing
edey leserim û ser sing
***
ey gewherî asmanî
serçawey nûr û cwanî
tê egem be penhanî
ke awałêkî gyanî
***
to eřoy be lencewlar
cirîwet dê û bextyar
ezanî minî hejar
lenaw xem nagirim qerar
***
ey hawřêkey şewgarim
min pest û şew bêdarim
gwê bigre le hawarim
tê bige le azarim
***
em ’erbey to eybînî
piř hełłaye û xudbînî
heye bo xoşî jînî
tałan eka hawdînî
***
her hejare quřbeser
bê barbo bê yarmetder
keçî pyawî xawen zeř
bê bezeyî bê xeber
***
nemawin ew pyawane
le nebûnî û tengane
bo dost û bo bêgane
xizmet biken merdane
***
řastî bełên û peyman
dirêẍ çûnewe asman
lay xizim û hawřêy jyan
bê bawe û naw û nîşan
***
lay gelêkî kem řûrbîn
êstaş xoşe nezanîn
çunke basî têkoşîn
bikem lêm eken nefrîn
***
nek şew řojîşman tare
zorman bê hoş û kare
řûnakîy zanîn dyare
řû têkirdinî ’are
***
le jînî wa bêzarim
boye wa giriftarim
hênde dił piř cexarim
ma’îlî koç û barim
***
ey hawřêkem dił pestim
hîç lem ’erde nawestim
bo ewey lêre hestim
zûke des bere destim
***
bimbe bo asmanî şîn
bimgêře ta mawme jîn
bam dûrbim leser zemîn
bême şadî û pêkenîn
***
xo eger ewe nabê
to şad ba ḧałim wabê
du’ay çakit lay xwa bê
bełkû bo min gîrabê