ke temaşay guł ekem řojî behar

şîwenî dił
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  573 Dîtin
ke temaşay guł ekem řojî behar
şadman dyare be dem pê ekenê
bon ebexşênê wekû perçemî yar
pał be pestî û ẍemî dinyawe enê
***
were biřwane diłî min gułekem
çende tarîke ke buwete şewezeng
wexte řê û şwênî jyanim hełe kem
serzemîn hênde le çawma buwe teng
diłekem řîywe ay bo diłekem
be beharîş nîyetî neş’e û deng
***
ke temaşay dił ekem piř le cexar
geşe naka be temaşay çemenê
le hewarge û çem û hawînehawar
takû bê derdî perey lê esenê
***
xwaye çî bikem eme dermanî çîye
biçme kwê kê heye firyay bikewê
gyane ey dił eme giryanî çîye
bo çî oqret nîye ta nîwe şewê
tê geyştim eme efẍanî çîye
dyare her dîdenî diłdarî ewê
***
bese ey dił xefet û nałeyî zar
şitî wek to siteme řûy bidenê
xot mesûtêne be awatî nîgar
min mefewtêne lebo gułbedenê
***
eçme kuncêkewe ta mawe jyan
da’enîşim xem exom mat û ḧezîn
serî xom kiz ekem û sîřřî nîhan
bê twancî em û ew girdenşîn
ewe xoşe newekû ehlî zeman
pêm biłên têk çuwe neymawe nigîn
***
bextyarî ekeme pêşkeşî yar
řenceřoyîş beşî min bê temenê
be kuł egrîm û ełêm dîde xumar
kuştimî û kes nîye tołem bisenê