şêre segêke hî dostêkî min

şêre
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  474 Dîtin
şêre segêke hî dostêkî min
ta biłêy wirya û zîrek û hêmin
herwek yasawił şew ta beyanî
leber dergaye bo pasewanî
îtir xawen mał bê xem bê ḧesḧes
bo xoy lêy enwê û natirsê le kes
hêşta nemdîwe segî wa emîn
hîç hełpe naka lebo şit dizîn
bam serî tebeq her berełła bê
dem bo nan naba leber lûtya bê
ebê hawřêkem xoy beşî danê
çunke sipłeyî û mûşe nazanê
be dû nanî co û kemołeyek aw
qanî’e û hełmet naba bo piław
hênd bewefaye ke bûyte yarî
ke dîtî xoy dêt bo lat be yarî
hêşta tûtik bû ke minî dîbû
minîş be xoşî xom pê nasîbû
muddetê řabûrd ke dîm lêy tirsam
ew minî nasî û heřay kird bo lam
qirûske qirûsk herwek zuban zan
têy egeyandim cefay lêk biřan
îtir nazanim yaran çon ḧeywan
ebête xawen exlaqî wa cwan
bełê hendêkî hî mamostaye
bełam zorîşî her le xudaye
zorî wa heye be naw însane
lêy wird bîtewe can kuřî cane
eger nawdemyan piřkey le hengiwîn
le to bitrazên ekewne nefrîn
bê wefa û sipłe xa’în nalebar
kemukûřîy pyaw eben şarbeşar
małî xizim û dost wek gezo û mazû
efřênin eyxon be zorî bazû
şîrazey dostî layan pisawe
kemtirîn hełey toy leber çawe
be qise hîçî nehêştuwetewe
bełam bo kirde zû lêbuwetewe
dyar bê û dyar nebê eyewê ke pyaw
le hîçe kewşî bixate serçaw
lay têgeyştû segêkî hejar
beşereftire le sed bedkirdar
herçend ewane wek pyaw xułqawin
bełam ta wa bin lay min giławin
şêre taw tû nakem bewane
herçend ḧeywane kirdewey cwane
eşê herkesê ke wa bê xêre
pêy biłêy dirêẍ nabî be şêre