lenaw dołî mêrgepan

Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 3 Xulek  543 Dîtin
lenaw dołî mêrgepanNava taybet
kwêstanekey kurdistan
eřoyştim sergerdan
sermestî dîmenî cwan
lem bin dar bo ew bin dar
wek ser lêşêwawî yar
serewjûr û serewxiwar
emkêła herde û nizar
lem kanî bo ew kanî
wek muẍnatîsî gyanî
be hêzêkî asmanî
řa’ekêşram penhanî
pîremegrûnî şîrîn
be řend û befrî zîwîn
birîsk û hûřî řengîn
eyda le gerdûnî şîn
lepiř şemałî nazdar
piř le bonî gyay nizar
bo supasî kirdigar
eşnayewe carubar
pepûley cwan û řengîn
mel be awazî şîrîn
řimzin lebo xoşîy jîn
şad eken diłî ẍemgîn
dîmenî em wiłate
ke kangay pît û hate
çawgey hewł û xebate
bełgey nemrî awate
hey hey le şwanî řeben
çend becoşe ten be ten
wek bigêřê zemawen
qirîwey dê le benden
car be car şimşałî cwan
řû’ekate asman
marşî serbestîy jyan
lê eda be sed ’înwan
minîş be neş’e û xeyał
lêm řwabû peř û bał
bo mahî zerd û ser yał
fiřkem ekird bê awał
nakaw dengêkî penhan
herwek siruştî yezdan
bangî kirdim ey cwan
xas biřwane mêrgepan
seyr ekem zor herzekar
hemû çalak û huşyar
leser dêber le şwên bar
heł’esûřên bê qerar
îşker kasb gurc wigoł
lêyan hełmałîwe qoł
beraw û dêm şîw û doł
ekêłn bo parey moł
embînî kakey cûtyar
hênd kasbe û bedemar
leser desteduwê hewcař
çemawetewe bêdar
xo deste kiçî nazdar
ke cwantirin le hî şar
hênd serbestin û bekar
pol pol eçûn bo bijar
ne be sûraw û ne sipyaw
gořîwyane dem û çaw
be kirde û cwanîy tewaw
însan exene naw daw
le kwêstanî xwar û jûr
legeł wenewşe û çinûr
her ladêyî bê ẍirûr
řa’ebwêrin be sirûr
be hewł û be řencî şan
peya eken berg û nan
hîç kul nabin bo ferman
leş sûkin û besezman
emwîst ta jînim mawe
lew cê xoşe û ser’awe
ger miştê parem dawe
zincêk bikem lew nawe
zincêk cwan û sadekar
xałî le nexiş û nîgar
nek wekû koşkî zordar
bikirê be xwênî hejar
inca be zorî bazû
xom bibujênmewe zû
leser leşêkî mandû
des berim bo arezû
ewsa be gyanêkî pak
emtiwanî bijîm bê bak
emtiwanî biłêm zor çak
serbestim nabim be xak