awekey serçinar

goranîy serçinar
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  707 Dîtin
awekey serçinar
çawgekey nîştiman
lay minî derdedar
toy şîfabexşî gyan
***
yek diłop awî to
ger bigate demim
la’eba bê diro
destibecê gişt ẍemim
***
seyr ekem piř beheşt
xawenî çîmenî
boye herwek beheşt
gułşenî dîmenî
***
awekey serçinar
kewserî serzemîn
to desî kirdigar
pêtî bexşîwe jîn
***
hełqułe her be coş
řêřewt gewhere
awî pîroz û xoş
lutfî xwat lesere
***
tom hebî pak û řûn
cêge seyranî ’am
bo tewawî derûn
naçme lubnanNava taybet û şamNava taybet
***
ewdemey car be car
dême seyran lelat
bang ekem piř be zar
geyîme awî ḧeyat