erê le textî bendena

bo beharî 1946
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  485 Dîtin
# erê le textî bendena buwe be mêrẍuzar # le doł û şîw û çemena řewane coybar # le mêrg û deşt û gułşena şemałî bê qerar # çîye çi base guł řwan # bedeste çeşnî ahwan # be řaz û ’îşwe û dwan # hemû le dewrî şar eřon be keyf û bê cexar
***
# erê melanî zerd û sûr le boşîy asman # hemû be dengî piř sirûr be şew ya beyan # çîye ke dênewe le dûr be destey bê wiçan # le bin çyawe kanyaw # be řengî şîrî tazesaw # cigelewey eda le çaw # le werd û naw beyar be pêç û dewre dête xwar
***
# welê beharî nazenîn ekewte naw wiłat # le asman heta zemîn egořê ka’înat # mel û guł û diłî ḧezîn hîwa peya ekat # le hajehagî awî çem # le pêkenînî guł be dem # ebîstirê û ełê be cem # ke destî kirdigar be řêkî der’exa nîgar
***
# minîş hemû demê lelam behare fesłî xoş # be neş’ey dił û ẍeram ekewme ’eyş û noş # emane xoşe bełam lekin serî behoş # beramberî cîhan û jîn # lebo ewey ke baş bijîn # ebê be hewł û řapeřîn # be řenc û îş û kar behar bikeyn be dû behar