payze bira dostî şîrînim

nameyek bo hawřêyek
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  795 Dîtin
payze bira dostî şîrînim
be dûrît heta biłêy ẍemgînim
lewsawe ke wa le to biřawim
mat û zebûn û xeste henawim
beynî min û to biray şîrînim
be cuẍrafya zor kem ebînim
êwe le beẍdaCih leser řûbarin
ke xeyał ekem hemûtan dyarin
wa şew hat bełam şewêkî xoşe
mange şew dinya hemûy xamoşe
namem amade bo şarî beẍdaCih
ya mang ya sîrwan yekêkyan eyba
řêge řoynim lem jûr germyane
pêbazNava taybet peykułîNava taybet, banî xêłanCihe
’eşrer be ’eşret tîre be tîre
geřanî naw caf êcgar diłgîre
eřom egeřêm be seyr û selma
xwa be nisîbî êweşî bika
bin şaxî bemoNava taybet deştekey pêbazNava taybet
piř le kîjî caf nask û naznaz
be tîley çawan cergim zamare
be lar û lence dił piř haware
xiřey heyase, ziřey kemere
bo diłî fayqNasnava edebî çerx û çemere
be zułfî eman bestey zincîrim
yarekey xomyan birduwe le bîrim
lenaw şatrîNava taybet û hozî gełałîNava taybet
êste kewtûme bergî ’ewdałî