çiley zistane boye awekey zê řengî gořawe
feyezanêkî awî zê
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
2 Xulek
1033 Dîtin
çiley zistane boye awekey zê řengî gořawe
beşêkî awî barane û beşêkî geyşî befrawe
şepołî piř tewjimî dar ehênê, şêxeł eřmênê
bemîqyasê ke nûsrawe îtir em zêye hestawe
çi hestanê le ehlî êre buwete řojekey tofan
kełek nawêrê xoy derxa nehengêkî leber çawe
meger masîgir emca biçne naw gom û qeraẍ zelkaw
egîna aw eyanba çend kesî bew core qût dawe
xeter nûsîn xirape ba neşêwê şarekey beẍdaCih
biłên şukirî xudaken menfe’et bo besrew û fawe
bełê em cunbuşe her pêşřewî seylî beharane
enałênê egirmênê ełêy şêrêkî nawdawe
zemînî dewrupşitî sewz û şîne herweku gułşen
heło le lûtke şaxî berdemî hênd gujmî lêdawe
eger em dêye lêre barbiken heqyane lam çunke
lebo xanû der û dîwar piłingêkî beşaławe
tedabîrî ḧesarî meḧkemî pê nawê bê sûde
şew û řoj ceyşî ceřřařî leher çwar lawe kêşawe
le menşe’ ger depirsin çunke awî şaxî xomane
zerer nada le ’alem bełku nef’î lê becê mawe
fîdat bê gyanî şîrînim weten lew xake řengîne
şetî zê her bedar û gyayekey baẍêkî danawe
hemû êware têr seyrî bikem hêşta keme bo min
nezergahî tebî’î awî nîlîNava taybet xiste ewlawe
gehê sûre weku dû çawî ’aşiq piř le xwênawe
gehê ałoze wek çawî nîgarî taze hestawe
zemanêke leser em awe bezim û keyf ekem bo xom
lemewla zor etirsim emrî neqiłim bê le beẍdawe