ey xudaye min le to eltaf û îḧsanim ewê

be yadî esîrîyewe
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  846 Dîtin
ey xudaye min le to eltaf û îḧsanim ewê
def’î cehlî mîlletî kurdî perêşanim ewê
bo hejarîy kurdewarî wa piřagende û zebûn
yekyetî û serbestîy û exlaq û wîcdanim ewê
ta nemênê barî cehlî ferdî mîllet yek beyek
řêgey řast û ḧeqîqet, ’îlim û ’îrfanim ewê
lem cewanane ke wa hatûne ser řûy nîştiman
çerçilNava taybet û řuzfilitNava taybet, etaturkNava taybet û řezaxanNava taybetm ewê
çunke wabê neş’eye xakî weten, piř zîllete
zemzemey fesłî kerîm xan, dewrî babanim ewê
derdî kurd zor bê dewaye ba’îsî fewtandine
ey xudaye bo deway em derde, dermanim ewê
ey řefîqan gişt werin hewłê bideyn ta serkewîn
lawî zîrek, kuřî aza, şêrî meydanim ewê