fayeqî bedbext selamun ’eleyk

Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  973 Dîtin
fayeqNasnava edebîy bedbext selamun ’eleyk
bo çî şêwawî, key perêşanim
nemnasîtewe wemzanî ẍeyreyt
xo têpeř nebûm řoḧî řewanim
hezar selam û řeḧmetit lê bê
ca gwê řabgire bo dastanim
behar û hawîn payz bê ẍem bûm
êsta mutî’î emrî zistanim
emrî pê kirdim hatim bo beẍdadCih
eřom mîwanî beḧrî ’umanNava taybetm
komełî lawan ta bê germ ebin
paşeřojî kurd řûne eyzanim
befrekey zistan kiřêwe ekat
kîjî caf ełêt ḧûrî ’ednanim
şaxî demaẍ berz xakî le ser terz
bêşey şêr ełê textî siłêmanim
serçawem pake, pyawim bê bake
kurdim ẍemnake bo nîştimanim
deştî beranan, awî piř îḧsan
hewraman ełê kêwî caranim
yarî erbabim diłxoş û şadin
’alem kiş û mat, îtir nazanim