babe egerçî saknî beẍdadî diłberim

kaẍezêk bo bawkim le beẍdawe beboney cejnî řemezanewe
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  863 Dîtin
babe! egerçî saknî beẍdadCihy diłberim
herçend enîsî ehlî mucîdid û dilawerim
emma ke yadî ew wetenem dêtewe xeyał
dił ’acze, muşewweşe fîkirim, mukedderim
babe! be yadî ew wetene û aw û xakekey
zeřřatî leş be yektir ełên min mu’etterm
yadêkî me’newî şik ebem lew wiłateda
te’sîr ekate ser diłî zarî muḧeqqerim
ew xake pêm ełê be tebî’et ke gewherim
ew awe pêm ełê be tebî’et ke kewserim
ew kurde pêm ełê keywimersNava taybet û sikenderimNava taybet
ew ehle pêm ełê be şeca’et ke ḧeyderimNava taybet
bexwa le dûrîy ew wetene û ehil û xakekey
řojim be mange, mang be sał, tacekey serim
em cejne dêmewe be lîqay şad ebim eger
çerxî felek xerapî neka herçî şik berim