mu’ellîm xwêndinim ba her mutałay ḧusnî leylabê

Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  709 Dîtin
mu’ellîm xwêndinim ba her mutałay ḧusnî leylabê
si’ûbatî ḧînsabî nazenînim êste ḧel nabê
le dersî ’eşqî ewda êsteke meşẍûłî amînim
keçî lay to ebê dersim le nûkî fatîḧada bê
le sefḧey lewḧî řeş nagem îtir lêm megre sa qurban
le şagirdanî dananim mutałam lewḧî beyza bê
belutfî ew nîgare sebrî mafatim ebê îmřo
eger sefḧey řuxî menzûrî bendey bê serupa bê
ke dîm ew şoxe zułfî girj û lûle û maylî ’îşwe
witim meḧbûsî zîndane geda bê yan şehenşa bê
were qurban umêdim řeḧmî toye merḧemet fermû
heta key qelbî miskînim le wesłî to tewella bê
řeza nabê diłim bem ḧîşmetî dinyaye bê êwe
desa fermû be mîwanî diłim wa wexte şeyda bê
leber kem talî’î dûrkewtewe lêm tel’etî pakit
eman yarî wefadar řê nedey dił xwar û řîswa bê
deway derdî diłî fayq Nasnava edebî be wesfî to ebê qurban
ebê bo întîzarî meqdemit da’îm muheyya bê