ey fîdakaranî mîllet şêr merdanî wiłat

leser şî’rêkî mistefa efendî kuřî mela ’elî ’îrfan
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  678 Dîtin
ey fîdakaranî mîllet şêr merdanî wiłat
ey ře’îsanî dyanet saḧîbî sewm û sełat
bo nîsarî bê wicûde lîre û řupye û menat
«řû le xwa keyn bo melîk dawye ledes zîllet necat
kes nebê çawî le řutbey xizmetî keyn bê xełat»
taku dwênê bû le meydana etanut ême cûyn
seyrî emiřؤ ken hemû serbest û saḧêb abřûyn
wa le badey yekyetî sermestî fîkirî hatuhûyn
«gişt fîdakarî ewe êstake wa serbest ke bûyn
nawî te’rîxî lecêy řutbey ferîqî bê lelat»
ger nekeyn îspatî mewcûdîyet emřo ême çîn
piştîwanêkman heye wek kêwî asin wa metîn
min ke ferdêkim le kurd biřwa biken ey muslimîn
«xizmetî mîllet lelam ferze betesdîq û yeqîn
nek bedem yaxo zuban bîllahî wame ta memat»
xakî kurdistan meḧelî ’îlim û darulfen ebê
mewqî’î ehlî kemal û bo huner mesken ebê
herçî wêranêkî tyaye herweku gułşen ebê
«sed şukir şu’ley çiraxan řoj beřoj řewşen ebê
berqerar û payedar bê saḧêbî şewq û ḧeyat»
’îbret û derse lelay ehlî nezer wez’î zemen
derneçin bo ’esrî kon lem wexteda hewłê biden
dest le mil yektir biken bo ḧîfzî gułzarî weten
«dîm nimûney mîlletî ẍeyre ke çon xizmet eken
zabtan û kapîtan herwek nefer pol pol ehat»
îttîḧadêkman ebê bê şubheye bê řeyb û şek
mîr û aẍa ferqî namênê legeł xeřřat wilek
seyrî len çon ecnebî ḧukmî geyande ser felek
«bo tereqqî mułk û mîllet canfîda bûn yek beyek
îttiḧade yekyetî însan ebate řojhełat»
fayqNasnava edebî emřo gerçî ’alem piř le aşûbe û fîten
ḧez ekem daym le řêy xak û wetenda can û ten
kullî yekyan pencebazî ka legeł mułkî xuten
«meqsedî zatîm nîye ẍeyrî weten îlla weten
çun fîdayî mîllete wafî beteḧqîq û sebat»