ey dirhem û ey dînar

beşwên saman
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  548 Dîtin
ey dirhem û ey dînar
taqaney koşk û telar
hêzî berdiłî hejar
şemamey yar û eẍyar
hełsûřanî îş û kar
le xotan dê bê azar
şîrînîy êwey nazdar
kêwî dênête jêr bar
min nałêm dûsed hezar
bełam dînarî şînkar
ke řûy tê kirdî yekcar
etba dyare û dyar
însanêkî nalebar
hîç nezan û bê demar
herwek efendîy nawşar
bot eka be xwêndewar
her pareye bê şumar
eybexşin mîr û tucar
bo jyanî bê ẍubar
qełayeke piř nîgar
dujminêkî herzekar
ke jînit lê bika tar
boy bere wekû serdar
îtir ejît bextyar
ey dewłemendî nawdar
pêy řabwêre be wîqar
bełam wiryabe car car
lay xwa netka şemezar
ey gencî le gyan bêzar
jîr be û behoş û bekar
parey xizim û kesukar
netba bo kořî qumar
ey bextyarNasnava edebîy lasar
lay zorbey xawen efkar
emřo pawen û dolar
bûne serçawey esrar