dêwêke gyanî tya nîye ekşê be çeşnî mar

fiřoke
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  612 Dîtin
dêwêke gyanî tya nîye ekşê be çeşnî mar
bê dest û qaç û xwêne bebê goşt û bê demar
naw cergî piř le agire herdem ke dête îş
xorakî awe bê dem û dan bê simêł û řîş
herçende bê peře ke legeł kewte asman
şeş řoje řêge zû ebřê nagrê wiçan
nałîn û girmegirmî le hestan û řoyna
hewre birûskeyeke beser gyanî dujmina
em dêwe gewre beçkeyî zanîne ey hejar
zanîne dêw le asin eka bałekey le dar
zanîne gyan exate leşî dar û berdewe
zanîne zêř û zîw ke derênê le herdewe
zanîne şaxî gewre wekû loke şiř deka
zanîne cergî şew ke be řûnakî piř eka
derya ke bû be řêgeyî řoj û şewî hemû
zanîn nebê ke hêzî ewey bê meger çi bû
zanistîye çiraye wekû zêřî baxełe
gyanî wiłate bo ser û gwêy dujminî pełe