gilor bûnewe

Li pirtûka:
Şî’rekanî Kameran Mukrî le Řojnamekanda
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  715 Dîtin
le meçek, bazûy wek asin
le gilêne û desî xirpin
koşkî hestan nihom nihom
eyut wiłat hî xome xom
le qijî deskene kiraw
le demarî lawî kujraw
hêlaneyekî çinîbû
eyut ey wiłatî mirdû
minim şwênim xoş û berze
dengim kêw dênête lerze
be řûmetî naskołe û sûr
be dem û pencey wek bilûr
nexşanbûy koşk û telar
qasey sîxnax bû le milyar
eyut minim xwawendêkim
beyek an sê gyan epêkim
le yek kata hezaran cê
be firmanim wêran ebê
minim desdarî xwênmijê
kes natwanê min bikujê
keçî katê řeşebay qîn
gêjî da lûre lûr be tîn
hêlanekey tûř daye naw
gomî qûłî sûrî xwênaw
êsqanî laşey le şarê
wekû zîx kewtote jêr pê