twanewey befir

be yadî newroz
Li pirtûka:
Şî’rekanî Kameran Mukrî le Řojnamekanda
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  1166 Dîtin
twayewe befrî bestełek
tirpey pê dê hî řeşbełek
le cařî nêrgisa, le deşt
wek perî û firîştey beheşt
kiçanî ał û wała poş
heł’epeřn, germ, becoş
řimbazîy şořeswarî şeng
coş zyatir eda be aheng
em dîmene wirdane, cwan
tamêk ebexşin be jyan
tamêk, yadêk, wek şemał
dênê û eyda le řûy xeyał
boye melî dił efřê
řêy hezaran sał ebřê
tîrî zehrawîy «ehrîmen»
eysimê ser diłî weten
řûmetî ber qutîley kiz
elerzê wek gełay payîz
lepiř tîrêkî agirîn
eyda le pencerey řengîn
ya diłî esmî ya řû
singî korpey xew lê kewtû
řûy kiç ke der’ekewt wek guł
têy eçeqî tîr wek çiqił
hemû awazêkî becoş
hemû goranîyekî xoş
etwanewe «yek» awaze
«neẍmey tołe û jînî taze»
«kawe» ke hełî kird ała
gel le qełay zordar ała
ew çekuşey takû «emřo»
şanazîye bo min û to
leserî dujmina bû
řizgarî bû kurdî zîndû
goranîyekî xoş dahat
êsteş bawe le naw wiłat
ey şimşałî gerûy hestim
řêkî xe legeł hełbestim
seretay ew goranîye
emeye: «ke piř cwanîye»
«jîn ke dîlîy bê serumiř
îtir boçî nebîn be giř»
ta xwênman neřjête gił
hergîz nageşêtewe guł
bem têkoşane gelî kurd
agire geşey hełkird
bem řenge neẍmey piř xiroş
heł’esa le diłewe coş
ey hawřêy xoşewîstî min
ey neberdî meçek asin
lam waye behare betenya
cejnî gułe, hozar, çya