ey şarekem silêmanî

Li pirtûka:
Şî’rekanî Kameran Mukrî le Řojnamekanda
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 4 Xulek  1425 Dîtin
xunçey lêwî bizey sawa
le diłopî eşkî çawa
le bêxî diłî naska
twayewe wek xwên tika
leser singî kiçołe û jin
bexwên nûsra: emankujin
korpe be dayka hełzina
xem be diłî wek asna
beyan katî xur hełatin
hełîkird řeşebay mirdin
be xirmey estêrey doşka
gelê dił wek şûşe şika
sileymanî... şarî xem çêj
řahatûy kuştar û destiřêj
silêmanîyekey bergegir
yekser hemûy bû be agir
tank, zirêpoş, topî mezin
bangyan ekird: ebê bimirin
dujminî abřû tikaw
biřbiřey merdêtîy şikaw
lenaw şara bebê wiçan
towî tirs û mergî eçan
pişkoy sam û xem û siza
be pencey jîna eçza
maçî xwênawîy dayk û kuř
le şeqama ebû be giř
supay sawa û bê çek kuştin
qedeẍey kird term naştin
laşey kuř le koşî dayka
pêłûy sûrî pya elka
řołekanî kurd bangyan kird
ejîy ew kesey emřo mird
katê eřon berew seywan
bang ken:...
bequrbantan bim bizey dem
newekû sam û tirs û xem
ba fwarey xwênawî geş
baxî kurd bigrête baweş
dayk legeł neẍmey henisk
řay’eweşan des û bask
eyut: ey cigerî parem
ebî be guł em beharem
eşkit bo ekem be awring
giřey diłîşim be gizing
sileymanîy.. şarî diłteng
bangî lê hełsa be yek deng
witî: dujminî tirsinok
řołey kurd nayene ser çok
dujminanî awat û řenc
bangyan ekird: ey kuřî genc
ya bedestiřêjêk etkujîn
ya bilê... nejîn
biłê min kurd nîm.. kurdistan
ekem be gořî mebestitan
wêran bê, kawil bê xakim
min koyleyekî diłpakim
wiłatim çîm heye degmen
ba pêşkeş bê be ehrîmen
kîjołey çaw kejałî cwan
hemû bin be kenîzektan
na.. hezar car bang ekem: na
dujmin nîm beramber kurd, na
bang ekem be wişey petî
bijî, bijî kurdayetî
ha.. ewe řûm, diłim, singim
ewe bazûm, ewe çingim
pêşkeş bê be gulley dujmin
milkeç kirdin nazanim min
min kurdim agirî hestim
giř estênê bo mebestim
nabim be koyley bêgane
kenîzek nîn ew kîjane
leser miştê xołî wiłat
bê perwa gyan ekem xełat
na, hezar car bang ekem na
dujmin nîm beramber kurd, na
dujminanî xebat û řenc
bangyan ekird: ey kuřî genc!
bang ke biłê: bimrê minał
hełwerê gułî baxçey ał!
dařzê pencey hunerwer
dek bişkê ejnoy kurdiperwer!
wêran bê xakî şarekem!
be payîz bê beharekem!
na, hezar car bang ekem: na
dujmin nîm beramber kurd, na
lepênawî saway kurda
le řêgey dirişt û wirda
le ser gułałey xwên řengim
cogey xuř û gomî mengim
berdêkî kejî wiłatim
leser amanc û awatim
diłim, jyanim ebexşim
ba bê be biłêse leşim
le lay ême siza û mirdin
pîroze nek mil keç kirdin
ebim be qurbanî gułê
çawê, demê, destê, diłê
lem xake bê û hî em xake
gyanim le mirdin bêbake
çałêkyan hełkend firawan
qûł wekû derûnî tawan
heşta lawî kurdyan řîz kird
le dił behêzekanî kurd
----Teksta ne aşkira
bira û hawřê kuř û bawik
dirane ber şêlgey tifeng
nirane çałewe bêdeng
xołyan pyakirdin seranser
text kiran be girêder
pêş mirdin hemûyan wityan:
emrîn be bêbak bo jyan
birayan! çimkî xem megirin
ême emrîn êwe xoş bin
ey şarî sileymanîy cwan
mał’awa le to û kurdistan
na, hezar car bang ekem: na
dujmin nîm beramber kurd, na
le pêłûma jyan nûsî
nabê bijîn be me’yûsî
werin leser dił binûsîn
kemal û enwer û yasîn
legeł karwanî şehîdan
bûn be qurbanî kurdistan
ejîn le lapeřey ała
le guła û legeł şemała
le mergî sextî dujmina
le nirkey hełmet birdina
na, hezar car bang ekem: na
dujmin nîm beramber kurd, na