em ademzadane

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  543 Dîtin
taze xorî beyanî heł’ezna
bo em dîw kej benaw dar û dewena
taze tezûy mandiwêtîy erkî dwênê
le ejnowe exza berew pencey pê
taze diřkî řencî dwênêy bêwçan
heł’ewerî le demarî bazû û şan
ke dasekey hełgirt û nanebere
wird wird kişa berew ew deşt û dere
***
leser singî letupetî xermanan
zamî pence dîsanewe hate jan
řencî sextî be tenya her bo nane
bo minałî řûtełe û beszimane
***
katê zerde twayewe naw ew dîw şax
tarîk dahat daristan û çem û bax
geřayewe bo berdemî dîwaxan
ta bizanê çî heye kar û firman
kuřî aẍa pêy wit: bo çî westawî
lecêy xota wişk ełêy řwawî
řake xêra mesîne û legen bêne
temeł mebe, çalakî xot binwêne
em nizmîye ta key sepanî hejar
gemje nebî awa nakey bo zordar
dway erkî řoj bo çî dêy heł’ewestî
dîsan kemer bo karî tir ebestî
her bo nextê nan û çêştî bermawe
destî sûkît leser kemerit nawe
wirte bika yekêkî wek min be dar
xipî ekey leser xawen zewî û zar