tezûy awaze
Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
2 Xulek
1028 Dîtin
lenaw baxî diłî mina tenya xezane
guł napşikiwê, bilbil zebûn, gełařêzane
hewr egrî, aso řeşpoş, asman ẍemgîne
bo her layek gwê heł’exem zayełe û şîne
řojê nebû le xwastî xoş tasem şikabê
lenaw baxî kamyarîma çaw tirûka bê
ya panayîy asmanî dił yekser samał bê
deşt paraw û ferşî behar gułałey ał bê
her payîze û hewregirme û şirîxe û nałe
«geławerîn, şînî bilbil, mergî gułałe»
cergî neẍmey mosîqay xoş, tezûy awaze
singî korpey wişey nask, honrawey taze
diran beser diřkî xema berdî meynetî
tam neçeştûy qumê şadîm, derûn ’ezretî
temenêkim min beser bird hemûy metirsî
tawê bend û demê bê’êş, serdemê birsî
řojê nebû teselam bê le pişû aram
temenêkim pêçayewe piřî bû le sam
ya le nugre ’ezretîy bûm bo qumê befraw
min û berd û hawřêkanim ciger hełqirçaw
her sebûn bû qirçey germa, her byaban bû
ne çiłî teř, ne gułî geş, ne çyay cwan bû
ya serdemê aware û wêł cêm çołî û herd bû
doşek zewî, lêfem asman, serînim berd bû
êsteş tiłpey tiftî xefet dwa qum enoşim
her be řeşî û tarîkayîy jyan serxoşim
hawřêkanim wek min şeyday xakî wiłat nîn
sûtemenîy kiłpe û giřî řêgey xebat nîn
hawřêkanim her be dem hen..., şeyday samanin
demê diron, zibrey dest û bazûy tawanin