şew

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  733 Dîtin
mang ke pêłûy hewrî lêkna, min demim bird
bo estêrey dem û lêwêkî wek yaqût
katê ke hewrîy egrîcey xawîm labird
tirîfey mang řijayewe ser singî řût
***
çiro û estêrekan û mang, nêrgiz û guł
xunçey wirdî ał û naskî liq û çił
ke zanîyan lewan şîrîntire řû û sing
hemû yekser penayan birde ber gizing
minałanî naw şepolî deryay hetaw
řêyan tenîm be dezûley serincî çaw
meger dîsan lepişt perdey şewa bê dem
binêmewe ser mangî řû û hewrî perçem