baxî bejin
Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
2 Xulek
951 Dîtin
ta çaw biřka deştî derûn her guł bû
perîy şadî û pêkenîn aşnay dił bû
leser popey dargułî honrawey cwan
lenaw baxî şîrînî bestey nyan
lejêr sayey dirextî mîwey wişem
huzarî dił eyřişt awazî tasem
leber tavgey egrîcey zerd û xawa
legeł şiney pepûley nîgay çawa
lenaw wirşey kanîyawî çawî kała
le sêberî gułzarî lêwî ała
leser textî naskî befrî singa
le baweşî bizey wekû gizniga
hengî çawim xerîkî guł mijîn bû
her gułêkim edî lay min şîrîn bû
řûnakayîy şewm tirîfey sing bû
beyanî min qûłî meylew gizing bû
korpey ’eşqî taze giřugał kirdûm
xunçey tamî jînî taze pişkutûm
ewyan goşî şîrî perîy cwanîy bû
emyan geşî sirwey bay nyanî bû
çawî xozgey nimî esrîn neřiştûm
diłî tasey tamî xefet ne çeştûm
her egeřan lejêr çarşêwî erza
bo lerey leş le baxî bejnî berza
bo ew des û pencaney sipî û nermin
bo ew kułim û çawaney goşî şermin
demê kejał, barîkele û kemer teng
demê xirpin, genim řeng û şox û şeng
demê minał, nask wek bûkî řêwas
demê kiçî şoxî naw gułzarî naz
ta çaw biřka deştî derûn her guł bû
perîy şadî û pêkenîn aşnay dił bû
bełam melî tînûy serincî cwanî
her tînwêtî neşka, her çendê řwanî
ne honraweş geyşte ew çyaye
ke kotayîy basî diłdarî tyaye
diłîş herwa her çende gerdî pîrî
ya tozî xem, tozî aẍrî û jîrî
lêy nîştibê hêşta her teře wek guł
key têr ebê le peristin ’eşqî dił