cwanîy řût

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  985 Dîtin
kirasî pemeyîy tenk
kirasî pemeyîy tenk
wek peřey guł le payîza
leser goy memkî exza
herasan bû kemerî şil
le singî goşnin û le cil
nermayîy qoł, lamil û şan
bew berge nerme eřûşan
mang çarşêwî hewrî labird
çiray zerdexeney hełkird
destî hêna tirîfey geş
kokatewe le tîşkî leş
gijugya seryan danewan
ledewrî pê û pilî geřan
be pirîşkî gonay... asman
estêrey singî dagîrsan
peřey guł û nimî awring
mijîyan bonî ’etrî sing
çiro û xunçey cwan û nask
çawyan biřîye goy memk
witim ey kiçołey nyan
lewedaye nirxî jyan
ke dem û lêw bigate dem
bijakê egrîce û perçem