pêłû

bo ’elî şêrzadxanî bokanî û birakey witrawe ke cûte qaremanî êranin
Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  596 Dîtin
le pêłûma minałî wird
penayan bo birjang ebird
esrîn ke le çawim tika
yanze qenarey tya eşka
řîzê laşem le pêłuwa
wekû dirextî giř řwa
lepiř nirkey jinêkî kurd
wekû řeşeba hełîkird
liqî dałanî datekan
dwa berî samî lê weran
serî dû laşey naye koş
diłî mergî hênaye coş
qîjanî û witî ey zordar
kwa nîşaney kořî kuştar?
kwa xwên leser sing û řûmet?
boçî xinkantanin be pet?
leber çî be gulle û bomba
nebûn be gerdî çingî ba?
***
lepiř pencey naskî gest
xwênî geşî řayełey best
bew xwêne řûy kuřî řeng kird
witî «bijî řûsûrî kurd»