perwaney honrawe

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  1282 Dîtin
honrawey geşim be çepik
enête ser singî nask
gułêkî ałî wek demit
be naz edey le perçemit
perwaney honrawey «şeydat»
egeřê ledewrî gonat
ya dem ebey şî’rî betam
emjî ey pepûley hîwam
keçî nabê min be xeyał
hełmijim lêwî geş û ał
nabê lew lêwe parawe
bênme řistî honrawe
dîwanekem ey kiçî geş
wek korpe egrîte baweş
bełam nabê min singî cwan
bênme baweşî dîwan
honrawey min ekeyte ber
bełam nabê bejin, kemer
ya lamil û qij û gerdin
le honrawey mina hebin
nabê nawî ser singî řût
ya goy nazdarî wek yaqût
be nûkî xamekem bênim
tasey derûnim bişkênim