sê name

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  767 Dîtin
namey sewz
namey sewzîm naye ser dił
piřî bû le wişey wek guł
çawî diłdarîm pêy pişkût
tasey xoşewîstîm bizût
xorî namekey ke hełhat
bûjayewe baẍî awat
nûsîbûy «ey yarî şîrîn»
emewê pêkewe bijîn
bimke be hawřêy jînî xot
gyanekem zor diłsozim bot
namekey hestêkî pêdam
pêm bibexşê jînî betam
bo pirşingî zerdexene
boye lare em gerdine
namey zerd
namey zerdî ke pêm geyşit
miştê esrînî xemî řişt
nûsîbûy ey hîway jyan
ta key dîl bî le byaban
gerdelûlî zerd hełîkird
nîşte ser lêwim limî wird
des û penceyek wek kafûr
boy nûsîbûm peyamî dûr
namekey piř bû le xefet
name ser çaw û ser řûmet
pyama řişt esrîn û tasem
sûta be giřî henasem
her bo yek an çaw pêkewtin
sed xozgem exwast be mirdin
namey sûr
namey sûrî pişkoy řijan
name ser diłî piř le jan
hełîkird gerdawî sizam
werîgêřa keştîy aram
nûsîbûy jînî tenyayît
endêşe û nasorî cyayît
nêrgizî xendemî weran
xoşî lenaw diłma miran
muturfekem gerdinî lar
minîş ẍemgîn le dûrîy yar
destî dawete ber ejno
ełê min her egrîm bo to
dûrîm lewey eyperestim
yekser le pelupoy xistim
her bo yek an çaw pêkewtin
awat exwazim be mirdin
bełam ta çaw biř ka bo dûr
daxrawe be řîz tenûr
çya agir, řûbarî xwên
haje eka le hemû şwên
taze nayemewe gyane
xom wîstûme em jyane
gyanekem eger bimênim
tołey em ẍeme esênim