serguruştey wała

derbarey serdemî ’usmanî witrawe
Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 3 Xulek  616 Dîtin
xunçey wişey be nimî oxey paraw
zerdexeney gerimtir le xoretaw
lenaw baxî lêwî dayka ew sate
ke dwa bendî çawenwařî û awate
lew kateda cigergoşey dûr kewtûy
dêtewe lay diłî be çirawig bûy
em xunçeye be bay bekam geyştin
ebê be guł wird wird dête şineşin
lem xunçeye cwantir nêrgizî kałe
ke be tenya cêgay lêwî minałe
nêrgizekey wişey nazdarî daye
leser lêwî sed hezar wirşey tyaye
mem le zîn bûn bilbil le gułałey geş
nabê bewey minał dûr bê le baweş
herçî gułe bêberî bin le şemał
bejan nîye wekû bê daykîy minał
be xorî naz xunçey geşî korpey koş
ebê be guł leser çiłî neẍmey xoş
***
wek huzarî tirsaw le sayey perjîn
ke enwařê bo aso û asmanî şîn
we ya kewî mełasî nepêkiraw
wiřî zîxî cê fîşekî naşîy řaw
bew wêneye minałêkî besziman
enwařîye binmîç û tejey serban
lepişt çimkî kirasa mełasin û kiz
eytirûkan cûtê çawî wek nêrgiz
tepleqûçî, simêł zilî sersing piř
le wałay wird, parçe ałtûnî xiřxiř
destî naye ser tengey zil ser piştên
herdû pêy cût danî řîç wek tołesên
le şexełî řûy girja řeşebay deng
ke hełîkird wek tepił û کەەڕەنای ceng
kiçî nask minałî xirpin û cwan
hatewe yek le tirsa wek jê û kewan
wekû kew çû xizaye pêçî dawên
tepleqûçîş çawî sûr bû wekû xwên
řûy kirde jin, witî: ey jinî řiswa
le kwêt hêna û le kwêt bû minałî wa
jin řûy kirde mêrdî perwerdey tawan
witî boçî? minałêke bê bawan
zor ’ezretîm bo ewey bim be dayk
toş diłsoz be bo em kiçe wek bawik
teple beser! pelemarî daye şîr
minałekeş boy derçû her wekû tîr
baxe û bax û biniçk be biniçk giştî
geřa ta dî wekû nêçîrê kuştî
bedema kewt wek kewtinî katî diřk
xwênî řija bo naw pełaş û tûtiřk
şîrî siřî nayewe naw kêlanî
serincî da le estêre û nîşanî
nwařîye dûr lûtkey çyay kurdistan
herdû pêy cût singî zyatir derpeřan
witî: kurd bû boye kuştim çakim kird
serberzîye kuştinî minałî kurd
sa tepleqûç bigre gulle û naw demit
min xwên ekem be lacang û perçemit
be yek desřêj zirim dam le bin çingî
le nawî dem le nîşaney ser singî