estêre û mel û xezan

Li pirtûka:
Dyarî
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  897 Dîtin
ew gułey xezan weranî û nemird
ew diłey nasor le hîway nekird
ew piřîşkaney damirdinewe
bełam hemîsan giřyan girtewe
ew estêreyey kişa bo naw çem
le seremerga xendey leser dem
ew meley bay weşt bałî hełweran
le beste witin nekewt le asman
wan lenaw diłî mina mîwanin
çunke nimûney qet kołnedanin