min řeşim

em hełbeste hî bwêjî emrîkî «mak kirya»ye
Li pirtûka:
Dyarî
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  752 Dîtin
min řeşim wekû kînyaNava taybet
emirim le řêy azadîya
wekû řingî şewêkî řeş
ya wiłatî minî bê beş!
wek cergî efrîqakem
nîştimane... bênewakem
řengim řeşe, pêstim řeşe
em denge hîy qule řeşe: -
caran koyleyek bûm hejar
ber derganey koşkî zordar
małî qeyserim emałî
jînim beser bird be tałî
min bûm boyaxçîy dûre weten
qonderekanî waşniten
le koşma bû, her minîş bûm
be hêzî demarî bazûm
be ’ereqim, be xwênî gyan
binçîney koşkim heł’esan
herem binaẍey min damna
berdim eda beser şanma
qurbanîyek bûm le konẍoNava taybet
belçîkêkan bê «şerim û şo»
destyan qirtanim le bina
destřoyştun le kuştina
êsteş lenaw kînyaNava taybetkema
le daristan û naw çema
gullebaranim eken her
minî řeş, minî derbeder
be xiřkeberdî teksasNava taybetyan
kewtûne dûm be berdibaran
zor řûbarim dîwe be xuř
le haje haja tawî guř
nîlNava taybety bizurgî diłnya
lenaw qûłîy bêdengya
serincî dawim zor be dił
car car bo min hatote kuł
awî misîspîNava taybetşim dîwe
ke car car pêm pêkenîwe
yan be dił bo min giryawe
be guř lafawî hestawe
wekû řûy ew řûbarane
loç loç û pîr bû em gyane
biram min însanim, însan
wekû êwe demar û gyan
min azadîm ewê hergîz
boy bexte gyanî «qul» beřîz
min řeşim wekû kînyaNava taybet
emirim le řêy azadîya