tînûme

Li pirtûka:
Dyarî
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  738 Dîtin
emřo tînûme...
zorim tînuwe, her wek byaban
limî sûtawim, tasey tasawim,
tînûn, bo nextêk diłopî baran
sa dey hewrekey jyan, baranê
řamałêt pûşî na’umêdîy dił -xende û giryanê -
şořşî lêşaw
ba hestê betaw
bo ser qełakey sextî derûnî
siza û nebûnî...
derhênê le bêx jałey pejare, jyanim tałe
emřo tînûme her wek byaban