hêlaney aram

Li pirtûka:
Dyarî
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  698 Dîtin
qijî xaw, qijî zerdî kał
gerdinî nask, kułmî ał
çaw, hêlaney aramî dił
pencey nask desî wek guł
lar û lencey wird û nerim
bize û serincêkî germ
boçî win bûn bûn be xeyał
xeyałîş neyma peř û bał!!
ey perîy asmanî řimaw
çî bikem legeł zêřî giław
toy fiřan bo koşkî saman
natgatê ne ax ne giryan
naçarim ewe bê pîşem
dawênî cwanîy bernedem
diłim xoş kem bewey ke min
şeydam bo řûmet û gerdin
ey gułałey be xem tezîw
çawî kejałî kil nedîw
ba biřêjêt firmêskî zor
wek nimî awrengî ber xor
ey melî qefezî zêřîn
ey bałaberzî xwên şîrîn
min diłsozî û to yadî dûr
hî řaburdûyek, zerd û sûr
ba biřêjîn tik tik le gyan
xway diłdarî bête giryan
ey zêřî zerdî sard û siř
çonit bird diłî germ û guř!
ey awaz jene, mestekem
sozêk bo diłe pestekem
ta jîn wabê diłdarîye
kuştey destî zordarîye
to řoyî xwat legeł azîz
diłit wekû gułî... payîz
hełîweran xezanî xem
çawî hîwaman girtî tem
to nemirdûy ax diłit mird
zêř abřûy diłdarî bird