zerdexene

Li pirtûka:
Dyarî
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  1233 Dîtin
lenaw baxî diłî germa
le asoy derûnî nerma
bûy be firîştey nazenîn
gułałesûrey geş, şîrîn
le koşî xeyałma hergîz
awat bûy ey kiçî azîz
le asmanî yadma be şew
ebûy be tirîfey mangeşew
legeł şemałî pêdeşta
ya bay bizêw legeł weşta
diłî min efřî doła û doł
eybiřî şexeł deştî çoł
bo naw baxî diłdarî geş
ta aram bigrête baweş
heniskî çawenwařîmit
řazî wirdî diłdarîmit
kird be beste be awaze
be neẍmey şîrîn û taze
lanket le diłma danabû
keçî lepiř řojanî zû
awa beser çû wekû xew
řojî diłdarît kird be şew
dek şermezar bî şox û şeng
lepiř lenakaw be bêdeng!
gułî hîwam katê werî
le cyatî ewey boy bigrî
leser řûy ew gułe nerme
kirdit be aheng be neẍme
şermezar bî hî diłit, dił
řojanî, řaburdûy be kuł
bełênî caran.. kenîşke
dek her xem bot bê be bêşke
erê bo wazit lê hênam?!
ey kiçî cwan, kiçî nefam!
telar? ya pare? biłêm zeř?
ziřey gwêçkey to bika keř
naw?.. kam naw?! hî dewłemendî
bełê, bemanewe... bendî
nemnasîbûy?! bibûre lêm
lomet nakem, řût lênanêm
bibûre! nemzanî saman
bote hîway to... kiçî cwan
nawit nayenim... to wek guł
ewrêyte naw xak û gił
nagrîm..! to bigrî besziman
pena bere ber eşk û jan
ewsa leser parey mirdû
bigrî xozget be řaburdû
biłê xozgem bew diłey zû
bew jyaney le kîsim çû
zerdexeneket, bê guman
eřjête naw xuřî giryan
etwêtewe naw eşkî sûr
nambînît meger her le dûr
naybîstî neẍmey řazekem
bestey şîrîn awazekem
biřo bo jûrî awêne
wek tîmsalêk xot binwêne
tîmsalî meřmeřî bê gyan
ey qurbanîy sardî jyan
minîş wek pepûley payîz
egeřêm bo xunçey azîz
bo diłêk min newek ałtûn
bigrête dił naxî derûn