pişkoy honrawe

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  835 Dîtin
bo honrawey cwan û řazawe û betam
çyay sext û pêdeşt û gułzar geřam
le gizing û zerdepeř û hajey çem
le nîgay geş, zerdexene û bizey dem
le estêrey pêruzeyî û le wirşey
le gułałey awring çêj û le pirşey
zor honrawem çinî nazdar û nask
bo diłxiwazî şîrînim kird be desk
bełam dengî kiřuzanewey korpe
katê řiştî le diłma jîley xurpe
sozî giryey ew daykey le agira
cergî wekû çirawgê hełkira
le hêzî xist dest û pencey honrawem
kewte naw giř çepke şî’rî řazawem
êsteş herçî pêy biłên şî’rî taze
cwan û paraw tyay bê wirşe û awaze
honraweyek pêy biłên bêhawtaye
le diłî min hełnaqułê û der naye
baxî şî’irim şipirzey xwên û eşke
kanîy behrem wekû gerûy xom wişke
laylayekey xewî xoş be korpe bîn
neẍmey xoş û dił bizwênî bû be şîn
bestey xoş û teř û biřî diłxiwazî
bo bûkî giř jyan kirdî be cyazî
honrawey wird kamî xoş û betame
ke dił be soz naye ser nûkî xame
dêř dêř siza qetrey xemî pya tikan
beser diłî perwerdey xemma likan
toş dawat kird şî’rê biłêm řengawřeng
wekû bejnî kiçêkî cwan, şox û şeng
basî çaw bê hî demî ał û gerdin
qijî zerd û kułmî nask û xirpin
bełam ebê lemewdiwa wek em jîne
ke hemûy xwên kiłpe û giřî betîne
şî’rî minîş betenya řengî sûr bê
le diłdarî û bestey nask be dûr bê
taze řabûrd ew serdemey honrawem
basî cwanîy bała bû, kułim û perçem
herçîm heye le oqrey dił le tase
hemûm bexşî bew minałe kesase
ebê şî’irim le giřa perwerde bê
basî jînî samnakî em kurde bê
ey firîştey honrawey agirînim
ey bexşindey wişey besoz û tînim
milim larit epařêmewe le to
pêm bibexşî honraweyekî pişko
her emcare û îtir dawam kotaye
herçend ekem şî’rî sûrim bo naye