wêne

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  823 Dîtin
ey çepke tîşk û deske guł
wêneketim naye ser dił
zamî diłî teng û zebûn
be wêne naka goşte û zûn
«giřey yad» zamî kon û nwê
hemîşe dênêtewe swê
bê beła bî hoşt birdim
kiłpey xemit xoştir kirdim
tîrî hezar û yek tase
pêkay em diłe kesase
***
boçî bot nardim firîştem
wêney dûrî û pejare û xem
le sed lawe diłit simîm
min bem derdewe çon bijîm?