wişey daye

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  852 Dîtin
tirîfey mang řijaye naw
ew çawaney piř le wirşen
wek kanîy beharî paraw
bûn be şîrîntirîn dîmen
***
witî le mang û xermaney
cwantir heye katê siruşt
ew hemû tirîfe cwaney
ekate baxewe be mişt
***
witim: lew çawanetaye
dwa selîqey hunerî cwan
ne mang ew cwanîyey tyaye
ne estêrey geşî beyan
***
bełam katê ke korpekem
wişey dayey le dem hełat
çirpanî xoşewîstekem
gwêt lê bê le neẍmey awat
***
ke baweşî pya kird witî:
her toy dîmenî cwanit bê
be wişey řewan û petî
«dek daye be qurbanit bê»