çi xakê kem be serma mamewe tak

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  4408 Dîtin
çi xakê kem be serma, mamewe tak
be lêw ah û, be çaw eşk û, be ser xak
be dûya wêłim û eşkim depirsê
le her dar û dyarê eyn silmak?Erebî
ciger debřê, dił eřfênêt û deřwa
çi bê mirwet, çi bê perwa, çi bê bak
ke kujra, şahî ’alî cahî ’îşqe
heta seydit neken nageyte fîtrak
be xencer diłmî let let kird ke bê of
witî: xo wa xirap û dił weha çak!
nîsarî xakî řêget cane, fermûy:
çih nisbit xak ra ba ’alim pakFarsî
guław û agirawe bade emşew
terebnake mey û saqî ẍezebnak
witim: ’îşq agirî girte wicûdim
witî: her babetî sûtane xaşak
le diłda xełq û xwa bû, faydey çî
ke dem piř bê le ayّak û ayّakErebî
dezanî cîfeye dinya, de ḧeyfe
wekû seg em şeř û şoře le ser lak
xuda! to lagrî lew lake meḧwîNasnava edebî
be cahî padşahî textî lulakErebî