çi xakê kem be serma mamewe tak

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  5465 views
çi xakê kem be serma, mamewe tak
be lêw ah û, be çaw eşk û, be ser xak
be dûya wêłim û eşkim depirsê
le her dar û dyarê ئەەیْne selْmak?Arabic
ciger debřê, dił eřfênêt û deřwa
çi bê mirwet, çi bê perwa, çi bê bak
ke kujra, şahî ’alî cahî ’îşqe
heta seydit neken nageyte fîtrak
be xencer diłmî let let kird ke bê of
witî: xo wa xirap û dił weha çak!
nîsarî xakî řêget cane, fermûy:
çih nisbit xak ra ba ’alim pakPersian
guław û agirawe bade emşew
terebnake mey û saqî ẍezebnak
witim: ’îşq agirî girte wicûdim
witî: her babetî sûtane xaşak
le diłda xełq û xwa bû, faydey çî
ke dem piř bê le îyîّake we îyîّakْArabic
dezanî cîfeye dinya, de ḧeyfe
wekû seg em şeř û şoře le ser lak
xuda! to lagrî lew lake meḧwîPen name
be cahî padşahî textî lewْlakArabic