me’lûfe zewqî zahîd ewende be tamî nîsk

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1726 views
me’lûfe zewqî zahîd ewende be tamî nîsk
bêgane mawe şemmî le neş’ey xîtamî mîsk
řutbey kemałe řoje řeşî bo ciger be xûn
nakame ta ke řeş nebuwe xûnî xamî mîsk
xet, xałekanî dewrûberî lêwî girte naw
em ’enberem nedîwe ke bûbê be damî mîsk
ber xîdmetî ẍubarî řehî yarî min: seba
dênê hemû demê, be du’awe, selamî mîsk
meyłê xetaye: řû le xetaye bitim, biłê:
subḧî bitanî çîn û xeta kewte şamî mîsk
gerdî řemî ẍezalî çi deştêke pêwe nîşt
em tîbe lew temewuc eda her be namî mîsk?!
zułfî be dewrî xałekeya dê, hemû demê
meḧwîPen name bibîne ’enberî sara ẍułamî mîsk