diłî geşawe

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  607 Dîtin
xunçey diłdarîm gyane jakabû
takû henasey to geşanyewe
zor çiqił her wa diłmî pêkabû
ta diłnermîykey to bûjanyewe
***
be pencekanit zamî piř le swêm
sařêj bû diłim kewte şineşin
boye pepûley hestî jînî nwêm
bîrî çotewe siza û xem çeştin
***
le asmanêka řeng pîrozeyî
gyanî diłdarî min le geştaye
le xoşî gonay geşî pemeyî
hemîşe ełêy le beheştaye