çiroy şî’ir

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  829 Dîtin
le pełey hewrî teřî bizêwa
le hajey awî çem û nişêwa
le xirmexirmî «şeste barana»
le dwa heniskî qułpî giryana
awazey germî şî’irim bîstuwe
zor car le tawa lêwim gestuwe
ta dêřî şî’rî cwanim řist ekird
aram le diłma wek sawa emird
egeřam ẍemgîn bo çiroy şî’rê
be weyşûmey jîn zû hełnewerê
ke wate êste ke diłim şade
gyanim le kotî cexar azade
gułe sûrekem geş û parawe
kelepçey destî hewłim pisawe
ebê şî’rekem teř û biřtir bê
germ wek giřî geşî agir bê
le caran gelê xoştir bê neẍmey
le tam çeştinya her biłêm oxey
binûse dêřî piř tam û lezzet
dûr bê le giryan henisk û xefet
şî’rê bêdengî piř le awaze
bitwanim biłêm şî’rêke taze
řengî wek asoy jînî êsta bê
řewneq û geşî jyanî tya bê