cîmî wiłsin

çîrokî şano
Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 3 Xulek  861 Dîtin
ḧakim:
muttehem bê cîmî wiłsin
bangiker:
cîmî wiłsin
ḧakim:
nawit çîye?
-:
cîmî wiłsin
perwerdey xem, siza çeştin
hejarêkî meçek asin
ḧakim:
temenit?
-:
penca sał ebê
ḧakim:
îşt?
-:
derbeder û bê cê
kargerm řojanem cinêw
zor şew enûm bê nan û şêw
demê qapêwanim le şar
demêkîş le ladê cutyar
boyaxçîm, lelem, geskider
zor lêkirawim derbeder
ḧakim:
xełkî kwêy to?
-:
xełkî êrem
em xakeye wiłatekem
«mid’î giştî»:
em dirince gewre, řeşe
komełê tawan û xeşe
diłî sîxnax buwe le jan
beramber paredarekan
emende bêfeře ełê
nabê sipî be min biłê
to nokerî were serçok
bo dewłemendî nyoyork
ełê min řencî şanî xom
ebê wek însan xom bîxom
ełê řeşîş wekû sipî
ebê be serbestî bijî
ey dadperwer ey gewrey min
emeye řeftarî wiłsin
řojêkîş le şoxejnê
pirşingî cwanî eřnê
be dasî nîgay jengawî
eda le perçemî xawî
cantakeşî lê edzê
goř waye, leşî dařzê
leber ewe dawame min
bîfewtênin cîmî wiłsin
ḧakim:
bangî ken xatû cîn řêsil
bangiker:
xatû řêsil
ḧakim:
nawit çîye?
-:
gewrem řêsil
ḧakim:
temenit?
-:
pêm ełên hejdem
ḧakim:
tosqałê nacûłênî dem?
çît dîwe derîxe boman
le kirdewey piř le tawan
cîn řêsił:
em řeşe way tê enwařîm
tîrî çawî singî simîm
pişkoy serincî enaye
em sersinge bêhawtaye
nextê řûtîş bû be řêkewt
car carîş hemûy der’ekewt
dway ewey têr seyrî kirdim
dû dolarekeşî birdim!!
«mid’î geştî»:
gewrem eme lenaw neben
zyan le emrîka eden
ḧakim:
to çî ełêy cîmî wiłsin
derbarey xo řizgarkirdin
cîmî wiłsin:
min řeşim wekû şewezeng
wek dukełî bomba û tifeng
lenaw şewezengî leşa
le qefezî singî řeşa
diłim mangêke wek ałtûn
tirîfey geş, diłgîr û řûn
řengim řeşe wek diłî to
diłim geş wek tîşkî aso
erê êwe dîmukiratîn?
dîmukiratî sewze ya şîn
êwe zerûn bo xwên mijîn
kulley xele û xermanî jîn
leser nezmî «řok andiřoł»
leşî hezar eken be xoł
min însanim xełkî êrem
a emeye wiłatekem
botan bilwê dinya yekser
eken be giřî sûtêner
şarî cwanî hêroşîma
çîtan lê nekird be bomba
diłî daykî sipî ya řeş
enêne naw agirî geş
inca tenekey řingikiraw
eden be daykî kuř kujraw
medałyaye hî pyaw kuştin
ta key bem çeşne xwên řiştin
ta key birînî piř azar
le kełbe û nînokî zordar
emřo řeş û sipî biran
serbazin bo şadî jyan
eme bû witey diłî min
pişkoy nutqî cîmî wiłsin
ḧakim:
mirdin... mirdin
biřyar dira cîmî wiłsin
be kareba lenaw birdin
cîmî wiłsin:
bimrê hêzî sitemkarî
wergeřê textî zordarî
bijî hêzî çînî karger
bijî be azadî beşer