guł estêre

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  1016 Dîtin
guł estêrey řûy şewzeng
birîskey geşe řengawřeng
wek çawî, gonay ya gerdin
çenagey şîrînî xirpin
tezû nařêjête gyanî
firîştey nazdarî cwanî
pirşing nada le tavgey dił
kiçê řûy guł û bejnî guł
***
zerdepeřî lêwî çya
pirşingî guł û sewzegya
pelke zêřîney řûy samał
pirşingî zêř yaqûtî ał
nagene bizey lêwekey
şewqî řûmete sêwekey
***
sirwey şemał û xuřey aw
hajey qełbezî wek befraw
wek pêkenînî becoşî
dengî belezzet û xoşî
pepûley zewqî sadey jîn
pêyan nayete hełfiřîn
***
bejnî wek çûzere řêwas
demî yaqût, pencey ełmas
dengî besoz, neşmîle û cwan
firîşteyekî kurdistan
qijî wek çepkê tîşkî xor
řengî tê řijabû sed cor
***
nayane ser texte sehoł
naw gerûy matemînî doł
serbazî turkî dił asin
şeyda bûn bo xwênaw řiştin
dway zîndebeçał kirdinî
hezaran kurdî wetenî
kiçekey dersîmîşyan kuşt
xwênî kiçî şebeqyan řişt
nirkanî kiçekey dersîm
min hezar hezar sał ejîm
ejîm le xakî xwênîna
le xunçe û samałî şîna
dersîmî witey serberzî
lenaw gerûy keja tezî
denk denk wek terzey wird
ba birdî be dyarî bo kurd
egrîcey deskene kiraw
řijaye naw şepolî aw
eweta be çawî derûn
eybînim qijî wek ałtûn
ełê «akamî serkewtin»
«ałay kurdim pê biçnin»