kemançe

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  964 Dîtin
şikanyan kemançey destim
bełam zû firya kewt hestim
dirustî kird le peřey dił
telekanî le tałî guł
awazekey henaseme
neẍmey awat û taseme
dengî biłinde wek jyan
besoze wek qaspey beyan
le gwê řûbarî nebezîn
eřêjê awazî şîrîn