perdaxê aw

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  539 Dîtin
serincêkî geşî betam
çawî diłdarî hełhênam
muturfeyek bû xwên şîrîn
bejnî şûşe qijî zêřîn
řengî pencey řengî lacang
wekû tirîfey geşî mang
hat perdaxê awî yamê
aw bû? yaxud çeşne tamê
ne lêw çeştêbêtî ne gyan
perdaxê le awî jyan
xozge carêkî tir emçeşt
aw le destî perîy beheşt